Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, di heftemîn salvegera destwerdana Rûsya di Sûriyê de, tekez kir ku Rûsya ji destpêka şoreşa Sûrî sala 2011an de xwe di rêza dijminên gelê Sûriyê de dît, û li gel rijêma Esed li ser têkbirina şoreşê xebitî, û piştgiriya rijêma Esed di civakên navdewletî û rûniştinên Encumena Ewlekariyê yên derbarê Sûriyê li dar diketin de kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di gotareke xwe yaku îro di malpera “aljazeera.net” de weşiyaye de, got ku piştgiriya Rusya bû wek mertalekî navdewletî ji rijêma Esed re, û rê li pêş wê vekir ku hîn bêhtir tawanan pêk bîne, nemaze li gel nebûna viyaneke navdewletî ya rasteqîn di danûstandina vebir de li gel rijêma Esed derbarê tawanên cengê yên ku pêk anîne.
Û Elmislit got ku bi dirêjiya 11 salan Rusya 17 caran VETO dijî biryarên girêdayî sûriyan di Encumena Ewlekariyê de bikar anî, û bû rêgir li pêşiya çi biryara ku bandorê li rijêmê bike, tevî ku rijêm bi awayekî hovane û tawankarî danûstandin li gel kesên azadî xwestine ji roja yekemîn a şoreşa Sûriyê de kir.
Û Elmislit bal kişand ser ku derbasbûna Rûsya li nav sîstema tawankariyê li Sûriyê, karîna wêrankirinê ya vê sîstemê bi awayekî pir mezin zêde kir, wê jî rê da rijêmê ku siyaseta sotandina zemînê bo wêrankirina bajarên Sûriyê bikar bîne, û xelkê wê koçber bike, û şoreşgeran neçar bike ku şûnde vekşin, û bal kişand ser ku hêzên Rûsya bêhtir ji 5500 êrîşî dijî deverên rizgarkirî ji destpêka dijminkariya wê ve pêk anîye.
Û Elmislit di gotara xwe de anî ziman ku Rûsya li Sûriyê li gor rêbaza tawankarî tevdigere, û guh nade giyanê sivîlan û nexweşxane û jêrxaniya welêt, û berê û ta niha jî giringiyê dide armanckirina deverên şoreşgeran, daku neçar bibin ku paşde vekşin, û ew berjewendiyên xwe li berava Sûriyê biparêze, û ev stratîciya tawankarî bû sedem ku bêhtir ji 12 hezar sivîl li Sûriyê bê kuştin.
Û Elmislit amaje bi wê yekê kir ku sistiya civaka navdewletî ji destpêkê de, rê ji Rûsya re xweş kir, daku çekên qedexe li ser asta navdewletî bikar bîne, û mûşekan li ser sivîlên sûrî taqî bike, û bombeyên goşeyî, mûşekên valahiyê, dron û topxaneyên Krasnopolê bikar anîn, û di bin bandora van êrîşan de bi milyonan Sûrî koçber kirin.
Û Elmislit cext kir ku tevî destwerdana leşkerî ya Rûsya di Sûriyê de derbasî sala xwe ya heştemîn dibe, lêbelê daxwazên gel hîna wek xwe mane, û cext kir ku gelê Sûriyê bi kêmtir ji rûxandina eijêmê û bidestxistina azadiyê razî nabe, û çênabe ku hêzên şoreşê yên siyasî bazarê li ser çi pirensîpa ku sûriyan xwîna xwe bo wê rijanidine bike.
Û Serokê Hevbendiyê di dumahiya gotara xwe de bal kişandin ser ku herkes dizane civaka navdewletî çendî kêmasî bi azadîxwazên Sûriyê re kirine, lê deriyên hêviyê hîn nehatine girtin, û ti bijarde ji bilî serkeftina şoreşa Sûrî ya gewre tune ye, û tekez kir ku bêguman ew tariya ku li ser Sûriyê bi sedema rijêma Esed û hevalbendên wê hatiye vegirtitin dê bidawî bibe, û tenê Sûriya ya xelkê wê yê dilsoz be, yên ku xewna azadî û dadweriyê di dilê wan de ye, û hîn jî bo bicîkirina wê xewnê têdikoşin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî