Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa û serokê desteya danûstandinên Sûrî Nesir Elherîrî, serdana bajarê Elraî li gundewarê Helebê yê bakur kirin, di serdanê de serokê desthilata Sûrî ya demkî Cewad Ebû Heteb û Cîgirê serokê Hevbendiyê Bedir Camûs û emîndarê giştî yê Hevbendiyê Nezîr Elhekîn digel wan bûn.
Nûnerên encûmenên xwecihî, û odeya bazirganî û pîşesaziyê û yên polîsan û alayên leşkerî li civînê amade bûn, Mistefa spasiya hemûyan kir li ser xizmet û birêveberiya herêmên rizgarkirî û tekez kir ko Hevbendiya niştimanî hewil dide peywendiyên xwe bi hemûyan re xurt bike, li van herêman ko ew parek ji planeke serokatiyê ya qonaxa dahatî ye.
Û behsa vekirina ofêsên corbicor ji Hevbendiyê re li hemû herêman kir, û ofîsa yekem dê li bajarê Elraî be.
Û got ku giring e peywendî herdemî di navbera Hevbendiya Niştimanî û hemû dezgehên karmend li herêmên rizgarkirî hebe, û bal kişand ser ko ev dê alîkar be di danîna planeke yekgirtî bo amancên şoreşêa Sûrî bo azadî û rûmetê û rûxandina rêjîmê misoger bike.
Her weha Dr. Nesir Elherîrî pêvajoya siyasî û encamên dawî şirove kirin, û tekez kir ko çareseriya siyasî bijardeya bi tenê ye bo hêviyên miletê Sûrî bi rêya cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 misoger bike.
Her weha tekezî kir li ser guhdana bi rewşa hundirîn û li ser asta şoreşa Sûrî bi taybetî bo hevrêzbûnê û amadekirina pak bo beraberiya aloziyên dahatî bikin.
Emîndarê giştî yên Hevbendiyê Nezîr Elhekîm li ser rola encûmenên xwecihî û dezgehên din di rêveberiya herêmên rizgarkirî axivî , û got ko ew nimûneyeke serkeftî pêşkêş dikin û lawaziya dezgehên ko rêjîm wan birêve dibe diyar dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî