Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana Encûmena Êl û Hozên Sûrî li deverên rizgarkirî kir, ji bo gotûbêjkirina pêşketinên siyasî û leşkerî li Sûriyê.
Û endamên Hevbendiya Niştimanî Atêf Zirêq, Eseed Elîto û Mihemed Şêx Reşîd hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pabendbûna Hevbendiya Niştimanî bi piransîpên şoreşa Sûriyê kir, û diyar ku zicîrek ji derew û bêbextiyan vê dawiyê dijî desteyên siyasî yên rikberiyê û gelê şoreşger derketiye, û bêgumen ew ji aliyê rêjîma Esed ve hatine belavkirin.
Û Elmislit got ku Hevbendiya Niştimanî saziyeke şoreşgerî ye û pabendiyê bi piransîpên şoreşa Sûriyê dike, û hêz û lêvegera xwe ji gelê Sûriyê werdigire.
Ji aliyê xwe ve endamin ji Encûmena Êl û Hozên Sûrî behsa pêşketinên dawîn di dosya Sûriyê de û daxwiyaniyên vê dawiyê derbarê normalkirina têkliyan bi rijêmê re kirin, û ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xwestin ku dengê Sûriyên ku rewatiya rijêmê red dikin bighîne aliyên navdewletî.
Û di serdanê de giringiya rêxistinkirina karê leşkerî û sivîl li deverên rizgarkirî bo pêşketina asta wê li deverên rizgarkirî û mijara rêxistinkirina saziya Artêşa Niştimanî bi awayekî baştir gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî