Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit serdana navenda Encumena Parêzgeha Reqayê li Orfayê ya dewleta Tirkiyê kir, û bi serokê encumenê Fayêz Elkatêi û endamên Encumenê re civiya, û bi wan re rewşa parêzgeha Reqayê û tawanên berdewam dijî sivîlan ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve gotûbêj kirin.
Û endamên Hevbendiyê Cîhad Metar û Hisên Elraad û Wezîrê Çandiniyê Hayel Elkelaş hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û amadebûyan li ser rewşa bajarên Girê Sipî û Serê Kaniyê û rewşa jiyanê têde di dema dorpêçkirina ku li ser wan hatiye sepandin de axivîn, û Tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina pêdiviyên nişteciyan û karê bo bilindkirina asta xizmetguzariyên ji wan re kirin.
Û Elmislit di Hevdîtinê de tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî saziya hemû Sûriyan e û ku Hevbendî kar ji bo temamkirina plana çaksaziyê ya ku pê rabûye dike, ew jî di riya tevlîbûna nûnerên sendîka, yekîtî, komeleyên ciwanan û revendên Sûrî re.
Û cextî li ser pêwîstiya yekkirina bizavan û bihêzkirina hevkarî û hevrêziyê ji bo rûbirûbûna kêşeyên dahatî û mafên ku li pêşiya şoreşa Sûriyê ne kir, û pabendbûna bi piransîpên şoreşa Sûriyê ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî