Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selim Elmislit û şandeyê pêre serdana Lîwaya Siqor Elşemal ya Feyleqa Duyem a Artêşa Niştimanî ya Sûrî li gundewarê Efrînê li parêzgeha Helebê ji bo dîtina rewşa leşkerî û meydanî li deverê kir.
Û Elmislit di serdanê de tekez kir ku Artêşa Niştimanî dê piştgiriya derbiderên ji curbicur deverên Sûrî bike, ji bilî rola wê ya sereke di parastina wan de ji tawankariya rêjîma Esed û hevalbendên wê yên terorîst ên ku hewl didin ku aramiya deverên rizgarkirî têk bidin.
Û di civînê de hin arîşeyên navxweyî yên li deverê hatin gotûbêjkirin, û çareserî li gorî daxwaza malbatên koçberên Sûrî yên ji Humsê hatin dîtin, di dema ku derbider di rewşeke mirovî ya gelek dijwar de dijîn.
Û Elmislit di civînê de got ku armancên Sûriyan yek in, û peyamên xelkê yên vê dawiyê ên ku têde berdewamiya wan heyanî rûxandina rêjîma Esed tekez kirin ku bi armancên Artêşa Niştimanî û Hevbendiyê û hemû şoreşgeran re hevparin, û tekez kir ku Hevbendî nikare ji pirensîpên şoreşa Sûriyê derbikeve.
Û Elmislit behsa pêşhatên siyasî dawîn yên girêdayî dosya Sûriyê kir, û diyar kir ku hewildanên Hevbendiyê di bizavên pêşdebirina piroseya siyasî de eşkere ye, ew jî veguhestina siyasî ye li gorî biryara 2254 û sizakirina rijêma Esed li ser tawanên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî