Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana Rêvebiriya Koçberiyê ya bajarê Stanbolê yê Tirkîyê kir, û hevdîtinek bi Serokê Rêvebiriya Koçberiyê Beyrem Yalınsu û Cîgirê wî Serdar Dal re ji bo şopandina rewşa sûriyan li bajêr lidar xist, daku behsa astengî û pirsgirêkên ku di qonaxa niha de rastî wan tên bikin.
Û di vê serdanê de Cîgira Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan Ednan Rehmon û endamê Hevbendiyê Yosif Mehlî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û civatê rêyên çakkirina ketwarê sûriyan li Tirkiyê û nemaze li Stanbolê û rewşa yasayî a taybet bi wan, herweha gengaziya dîtina rêyên yasayî ji bo pêşkêşkirina pirojeyên yasayî daku astengiyên ku rastî wan tên ji holê rakin, û pirosesa tevlêbûna civakî xurt bibe, gengeşe kirin.
Û Elmislit spasiyên xwe bo dewleta Tirkiyê yaku hejmara herî mezin ji penaberên Sûrî yên ku hejmara wan gihştiye 535 hezar kesî ji yên nasnameya demkî hilgirtine û 700 hezar kesî ji yên ku nasnameya niştecîbûnê hildigrin pêşwazî kiriye pêşkêş kir, û hêviyên xwe anîn ziman ku rewşa ku Sûrî tê re derbas dibin bête têgihiştin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Sûrî mêvanên vî welatî ne, û ew bi yasayên vê dewletê pabend in, û rêzê li Tirkiyê digrin, û got ku divê tevaya sûriyan barê şaştiyên tekekesî hilnegirin.
Û Elmislit tekez kir ku pêwîst e pêwendî û hevrêzî di navbera Hevbendiyê û Rêvebiriya Koçberiyê de xurt bibe, û kar bi hev re bikin ji bo çareserkirina tevaya dozên girêdayî bi sûriyên li Tirkiyê dijîn ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî