Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit serdana Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkiyê kir, û bi Rêvebirê wê yê Cîbicîkar û Rêvebirên Beşên Yekîneyê re civiya, û birêvebirina kar û pirojeyên ku Yekîne di dema niha de cîbicî dike û pê radibe temaşe kir.
Û Elmislit pesna karê Yekîneyê da, û tekezî li ser rola wê ya giring bo tevaya sûriyan kir, weke saziyeke niştimanî kar li ser zêdekirina alîkariyên bo gelê Sûrî di riya hevrêzkariya karînan re di navbera aliyên bexşînkar û ajansên cîbicîkar û hisedarên xwecihî de têne pêşkêşkirin dike.
Û bal kişand ser giringiya berdewamiyê di şopandina pêdviyên nişteciyên deverên rizgarkirî de û hevrêziya li gel aliyên bexşînkar û cîbicîkar û guhpêdana doseyên sereke wek fêrkirin û tenduristî û piştgiriya nişteciyên ku di kampan de dijîn.
Û Elmislit şiroveyek li ser biryarên ku Desteya Giştî di riya çaksaziyê re standine pêşkêş kir, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî vê pêngavê di riya temamkirina şêwerdariyên berfireh û tevlêkirina nûnerên rasteqîn û çalak li ser zemînê re dişopînê.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bersivên erênî li ser biryarên ku standine ji hêle sazî û çalakiyên şoreşgerî û asndîka û yekîtî û komikên ciwanan û Revendên Sûriyê li dewletên penaberiyê wergirtin, û tekez kir ku wê jî handaneke mezin çêkir, daku di pirosesa çaksaziyê de bere pêşde herin.
Ji aliyê xwe ve Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya piştgiriyê Mihemed Heseno xweşhaliya xwe bi çaksaziyên ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye anî ziman, û cextî li ser pêwîstiya bandorên wê li ser sûriyan û saziyên Sûrî yê di warê mirovahî de dixebitin hebe kir.
Û Heseno li ser pêwstiya rûbirûbûna rewşa ku li ser saziyên civaka sivîl tê sepandin wek cudabûna pîvanan li bal saziyên Netewên Yekbûyî di riya bidûrxistina saziyên şoreşa Sûrî ji hevrêzkariyê , di dema ku bi karê xwe yê tam li gel rijêma Esed bi operasyonên hevrêzkariyê radibe, axivî.
Û Rêvebirê Yekîneya Rêvebiriya Agahiyan di Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê de, diyar kir ku 1100 xalên Yekîneyê li deverên rizgarkirî hene, û got ku ev xal bi Yekîneyê re alîkar in di vekolînên kûr û berfireh de, derbarê rewşa tenduristî û çavdêriya nexwaşiyên wek korona û leşmaniya, û di warê vekolînên dîtir derbarê fêrkirin û pêdviyên kampan û tevgera derbideriyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî