Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit û Şandê pêre bo Biroksilê, hevdîtinek li gel Şandê Keneda bo Sûriyê Rasta Daye, li rex kongirê salane yê bexşînkaran yê derbarê Sûriyê li dar xist.
Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgirê Serok yê Karûbarê Derve Ebdilehed Istêfo, Cîgira Serok Ruba Hebûş, û Herdû Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Ebdellah Gedo, û Rêvebirê Cîbicîkar yê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Heseno pêk tê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser giringiya kartêkerkirina pirosesa siyasî û vekirina tevaya riyên gihiştina çareya siyasî ya rasteqîn ya hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk tînin kir, di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî yên têkildarî Sûriyê re, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254.
Û herdû aliyan behsa rewşa deverên rizgarkirî kirin, û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyek mezin dide çakkirina rewşa jiyanê û xizmetkariyê li deverên rizgarkirî di riya piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re, her weha bihêzkirina Hikûmetê bo rêvebirina deverê û piştgiriya dosyên fêrkirin û tendurustiyê û geşepêdana di warê çandin û avdanê de.
Û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya biryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, û zêdekirina qebareya alîkariyan li gorî pêdviyên mezin li bakurê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî