Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, spasiya dewleta Kiwît li ser helwestên wê yên mirovî û birûmet derheqê gelê Sûriyê kir .
Serokê Hevbendiyê Enes Elebda 2 nameyên sipasiyê, yek ji wan ji serokwezîrê Kiwêtî re Sibah Xalid Sibah, û ya din ji wezîrê karê derve Ehmed Nasir Mihemd Sibah re şandin, têde sipasiya wan kir , û tekezî li ser têkiliyê biratiyê di navbera gelê Sûriyê û yê Kiwît de hat kirin, û rola sereke ya dewleta wan di piştgiriya gelê Sûriyê de hate diyarkirin.
Di heman nameyan de hat ku Hevbendiya Niştimanî dixwaze têkilî di navbera herdû aliyan de berdewam bin, û Kiwît ji gelê Sûrî re piştgir be, da çareseriyek siyasî li gor biryara Navdewletî 2254 û daxuyaniya Cinêv li Sûriyê cih bigre .
Tê zanîn ku Kiwêt û Elmaniya û Belcîka daxuyaniyek hevbeş belav kirin, têde bikaranîna VETO ji hêla Rûsiya û Sîn li dijî berdewamiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê şermezar kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî