Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî doh Pêncşembê bi Wezîrê derve yê Emerîkî Con Kêrî re hevdîtin kir.
Di kongirekî rojnamevanî hevbeş de li Emerîka ko serdana wê kiriye berî rawêjên Cinêvê dest pê bikin.
Xoca daxwaz ji Emerîka kir ko Herêmên hêmin û parastî li Sûriyê çê bike da sivîlan ji bombebarana Firokan û Bermîlên teqîner û gaza kilor biparêzin.
Her wiha Serokê Hevbendiyê Xoca daxwaz kir ko Esed li ser tawanên kirine bête sizakirin.
Ji aliyê xwe ve Kêrî jî got:”Esed hemû rewaya xwe jidest daye, çawa dê di paşeroja Sûriyê de şirîk be”, bêtir got”Esed bi êşa miletê xwe hest nake” , bal kêşand ser ko “Esed sedema serekî ye ko tirorist derbasî Sûriyê bûn”. destnîşan kir”rewş li Sûriyê bobelat e, giring e ko karê siyasî berdewam be da qonaxa veguhêz pêk bînin ”.
Her wiha Xoca li bargehê Netewên Yekbûyî li “Niyûtorkê “ gotarek da, sebaret bîranîna sedsaliya yekem car ko Çekên Kîmawî bi firehî li Cenga Cîhanê a yekem bikar hatin.
Xoca bang li Netewên Yekbûyî kir ji bo biryarên mirovî cîbicî bike, û yên ko ji bo qedexekirina gaza kilorîn û hem jî tekezkirin ji bo sizakirinê ko yek ji pêkhatiyên çareseriya siyasî ye, hem jî karibe bermîlên teqîner birawestîne û Herêmên aram û hêmin pêk bîne. Ji bo xizmeta çareseriya siyasî berdewam bike, da du armancan bi cih bîne zehmetkêşiya mirovan nehêle û Sivîlan biparêze.
Xoca bal kêşand ser nîrên îro guncayî ne da Encûmena Ewlekariyê gavine jidil bavêje da zehmetkêşiya Sûriyan bidawî bike. Û ya yekem ev serkeftinên leşkerî yên ko Şoreşgeran li Bakur û Başûr bidest anîne. û parçebûnên di hundirê Rêjîmê de çê bûne, û têk birina hin kesên ko nêzîkî Rêjîmê bûn û hem jî nêzîkbûnên erênî yên ko di navbera Opozisyonê û Hevbendiyê de çê bûne.
Xoca bal kêşand ser danûstandina ko bi aliyên din ji Opozisyona siyasî re vekinirine wek (Şepêla avakirina Dewletê û Desteya Hevêziya Niştimanî) bi armanca yekirina helwestan di lêvegera daxuyaniya Cinêvê de, û Hevbendiyê hevdîtin digel Anî û Alayên leşkerî yên hundir de kirine. Da li ser yekbûna helwestan ji bo şerê tundrewiyê û lixwespartina dezgehên dewletê yên leşkerî û ewlekarî û yên sivîl di qonaxa veguhêz de li hev bikin. Û hevdîtina rawêjiyê ya roja 25 Nîsanê ko piraniya alayên leşkerî yên şerê rêjîmê û Daişê dikin lê amade bibûn, gaveke ji bo damezirandina lihevkirineke niştimanî ya tekûz ji bo şêweyê çareseriya siyasî û dewleta sivîl û dîmuqratî bipejirînin.
Jêder: Hevbendî