Îro Sibehê Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce digel Wezîrê Birêveberiya Xwecihî û hawarçûn û Penaberan Hisên Elbekrî re, awayên danîna rêkarên hevbeş di navbera Hikûmetê û Dewletên Piştgir de, ji bo gihandina alîkariyan hêsan û zûtir bikin ji xelkên li ser Xaka Sûriyê re yên pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Û li ser planeke tekûz ji bo birêvererina karûbarê hawarçûn û Penaberan bi hevkariya Dewlet û Rêkxistinên piştgir rêkeftin çêbû. Ko tevaya alîkariyan destbidest di rêya Desthilata Fermî re bibin, ya ko zanyariyên serhejmaran û navend û Kadirên wê yên çalak li ser xaka Sûriyê hene, nemaze Encûmenên Xwecihî û karmendên wan.
Wezîrê Birêveberiya Xwecihî û Hawarçûnê û Penaberan Hisên Elbekrî got: Piştgiriya nebirêkûpêk ji aliyê Dewlet û Rêxistinên Piştgiriyê dikin ve, ziyaneke mezin li ser asta meydanî gihand, û belvkirin jî nedurist bû.
Elbekrî bêtir got: nuha Wezaret damezirandina Encûmena Parêzgehan tekûz dike, Herwiha piştgiriya Encûmenên heyî bi mûçe û lêçûnên Endamên Encûmenên Xwecihî û karkerên wan dike.
wezîr Elbekrî destnîşan kir ku Wezaretê digel Yekîniya Hevrêza Piştgiriyê Mala Birêveberiya Qeyrana Zivistanê damezirandiye. Û di rêya wê re li dora Milyonek dolarên Emerîkî ji bo kampan bi awayekî lezgîn hatin pêşkêş kirin, Bi taybetî Mazot û Cil û berg bûn.
Jêder: Hevbendî