Serokê Hevbendia Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, di ahenga ku Qonsilxaneya Stanbolê bi boneya bîranîna dehemîn ya şorea sûrî li gel şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî yaku ji Cîgirê Serok Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdulehed Istêfo û Herdu Endamên Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Ebdellah Gedo pêk dihat beşdarî kir.
Û Elherîrî di destêka ahengê de yaku bi amadebûna Qonsolonsê Firansî birêz Olivier Gouvin û Şêwirdar Entwan ala rîtyar û rêvebira Saziya nofotozon Nora Gazî û nûnerê yaneya dengan ji bo koçberên sûrî Seed Barod û hejmarek ji berpisyar û rojnemevan û lêkolîneran gotarek pêşkêş kir.
û Elherîrî di gotara xwe de behsa qehremaniya gelê sûrî û pêdariya wî di rêça azadî û şoreşa ku ji deh salan de berdewam e tevî hemû şêweyên tewanên dermafê wan ji aliyê rijêmê û sponserên wê ve pêk hatine kir, û cext kir ku ev gelê gewre yê ku hîn bi mêrxasî di rûyê zordaran de rawestiyaye, dem hatiye ku kêfxweşiya azadî û demoqrasî û ewlehiyê bibîne, û divê cîhana azad li kêleka vî gelî be.
Û Elherîrî tekezî li ser giringiya helwestên navdewletî ji tewanên rijêma Esed û giringiya avakirina mîkanîzmeke navdewletî bo sizakirina rijêma Esed li ser tewanên cengê yên bi dirêjiya deh salên temenê şoreşê pêk anîne kir, û ji Firansa xwest ku tevlî hevpeymana navdewletî bo sizakirina tewanbarên cengê di rijêma Esed de bibe, her weha doseya ku Hevbendiya Niştimanî li ser avakirina wê li gel dewletên dost û saziyên navdewletî û mafnasî dixebite, û bal kişand ser ku sizayên aborî bi tenê têrê nakin, û çextî li ser pêwîstiya tevgerekê li gor biryrên navdewletî yên 2018 û 2254 kir.
Û Elherîrî li ser rewşa aborî axivî, û bal kişand ser ku rûxandina aboriya rijêmê bi sedema cenga rijêmê li ser gelê sûrî û xerckirina jêderên dewletê li ser wê cengê û anîn û biçekkirina milîs û nandozan ye, û bi sedema derxistina diravan derveyî welêt di riya çeteyên rijêmê re ye, û got ku Beşar Esed bi zimanê xwe bi vê yekê mukur hatiye, û Elherîrî bal kişand ser ku rijêm rewşa aborî di dorpêçkirina xelkên ku hîn li deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn bikar tîne, bo fişarê li ser civaka navdewletî bike, daku sizayan ji ser hilînin û biserxistina wî bipejrînin.
Û Elherîrî tewanên rijêmê bi çekên kîmawî û operasyonên koçberkirina kotekî û îşkencekirina di hundirê zîndanan de û wêneyên ku efserên ji rijêmê cudabûne bi qaçaxî derxistine derve bibîr anîn, û tekez kir ku çavgirtina ji tewanên rijêmê rewşê çak nak, û got ku rijêma Esed rijêmeke terrorist û metirsîdar e ji deverê û tevaya cîhanê re, û ger sînorek li pêşiya wê neyê danîn dê vê sînaryoyê di salên dahatî de dubare bike.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ji Firansa xwest ku roleke mezintir li ser bingeha têkliyên wê yên kevin bi Sûriyê re bileyze, û tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina alîkariyê bo gelê sûrî kir, daku ji vê rijêmê rizgar bibe û rûpela rijêmê ya reş di dîroka sûriyê de bitewîne.
Û ji aliyê xwe de Qonsolosê Firansî yê Giştî Olivier Gouvin tekezî li ser berdewamiya Firansa di piştgiriya gelê sûrî û daxwazên wî bo azadî û demoqrasiyê û pabendiya bi piştgiriya mirovahî kir, her weha piştgiriya Firansa ji doseya sizakirina tewanbarên cengê û peyketina tewanbarên rijêma Esed û tewanbarên tewanîn cengê û binpêkirina mafên mirovan li sûriyê nemaze tewanên îşkencekirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî