Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û Desteya Giştî, hevdîtinek li gel xwedî çalakvaniyên civil yên cûrbecûr û hejmarek ji muxtar û rûsipî û nûnerên êl û eşîrên ji cûrbecûrê pêkhatên gundewarê Helebê lidar xist, wek beşekî ji gera ku Serokê Hevbendiyê li deverê pê radibe.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser pêşketinên rewşa meydanî û siyasî pêşkêş kir, û giringî da mijara astengkirina pirosesa siyasî ji aliyê rijêmê ve, her weha retkirina destpêkirina dariştina destûrê nû bo welêt ji hêla rijêmê ve, yaku dê di rêya tevlêbûna karên Komîteya Destûrî ya Sûrî re be.
Û Elherîrî li ser çalakiyên Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar li deverên rizgarkirî axivî, û tekezî li ser giringiya xurtkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî û gihiştina rêvebiriyeke hişmend kir.
Û Elherîrî rewşa tenduristî û xebatên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rûbirûbûna vîrosa korona de û xebatên wê bo dabînkirina vaksînê bi awayekî bê pere ji nişteciyan re berçav kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî