Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî ,Enes Alabda, nameyek arasteyî emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonya Goteres kir, derbarê bidehhezaran ji girtiyên di zindanên rêjîma Esed de û metirsiya ko li ser wan heye ji encama belavbûna vîrosa Korona.
Û bal kişand ser ko rijêm hîn jî red dike ko nexweşên Korona li sûrîyê hene, lê li gor hejmarên nexweşên li deverê û berçavgirtina rastîya ko rêjêmê sînorê xwe li ber milîsên ji Îranê tên vekiriye, Îrana ko wek cihekî bingehîn ji vîros re ye, lewra pir dijwar e, mirov bawer bike ko nexweşên Korona li sûrîyê tine ne.
Û Alabda di nameyê de got ko metirsîyên vê nexweşîya vegir ne tenê li ser sivîlan e, lê bidehan hezar girtî jî li xwe digre, tevlî ko gelek nîşan hene li ser kiryarên rijêmê yên hovane dijî girtiyan ,û ya herî kêm bêparkirina wan ji xwarinê û guhdana pizişkî ya pêwîst , û hepişanda wan di zindanên teng de,û berdewamiya binpêkirina mafên wan bi hemî şêweyan, ko tevde dihêlin nexweşî û vîrosên wek Korona yê ko gefê li tevaya cîhanê dixwe belav bibe.
Alabda daxwaz ji Goters kir ko tevaya şêweyên bedrest ên Netewên Yekbûyî bi kar bînin, da fişareke rastyeqîn bidin ser rêjêmê ji bo neçarkirina wê li ser derbastkirina saziyên têkildar wek Xaça Sor, da yekser karibe bighêje tevaya zindan û girtîgehan ji bo şopandina rewşa girtiyan.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza bikaranîna fîşaran kir ji bo rizgarkirina jiyana bidehên hezaran ji girtiyan û dabînkirina serbestberdana wan.
Herweha ji saziyên mirovî û ajansên Netewên Yekbûyî yên têkildar û Saziya Tenduristiya Cîhanî û Komîta Navdewletî ya Xaça Sor kir, da bi erkê xwe derbarê rewşa sûrîyê rabin,û fişaran bidin ser rêjîmê ji bo gihiştina tevaya zindan û girtîgehan , ji bo karibe belavbûna vê nexweşiyê ji nêzve bişopîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî