Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca; cext li ser giringiya avakirina navçeyên tenah kir, ya ku rûşênên wê di hevdîtinên xwe de li Waşinton gengeşe dikin, ji ber pêwîstiya wê ji bo damezrandina rêvebiriyek sivîl bo karubarên navçeyên rizgarkirî, bi taybetî piştî serkeftinên mezin yên şoreşgeran li bakur û başûrê Sûriyê pêk anîne.
Di hevdîtinekê de li Waşinton bi rojnameya Huriyat ya Tirkî re Xoca diyar kir ku niha armanca Şoreşê damezrandina Navçeyên tenah e , berî çûna ber bi dorpêçkirina Şamê, û diyar kir ku berî niha şoreşger li Helebê dibin gefa dorpêçkirinê de bûn, lê îro berovajî ew li Helebê Hêzên rêjîmê dorpêç dikin.
Herwiha Serokê Hevbendiyê tekez kir ku niha hêzên rêjîmê di rewşek lawaz û şikestî de ne, ta radeya di demeke kurt de û bi terorkirinê gelek alîgir û peyayên wê yên bibandor û bihêz niha ji dereveyî meydanê ne, ji wan kesên herî xuya wek Rustem Xezalî û hin serkirdeyên binemala Esed bi xwe jî.
Jêder:Hevbendî