Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, pêşwaziya şandekê ji partiya Eledalê û Eldestor WE’ID kir, û pêre behsa pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê û rola girîng a partiyên sûrî di bilindkirina asta hişyariya siyasî û nûjenkirina jiyana siyasî li nav gelê Sûriyê bi giştî kir.
Û şand ji cîgirê serokê partiyê şêwermend Xalid Şibîb, û Serokê Encûmena Şehrezayan di partiyê de D. Amir Faris û Cîgirê Duyem yê Partiyê Lîna Elxeyat pêk dihat.
Û Elherîrî cextî li ser girîngiya rêxistinkirina Sûriyan di riya partiyên siyasî û sazkirina partiyin Sûrî yên nû re yên xwedan pirojeyên demoqrasî yên rasteqîn û ramanên pêşketî li Sûriyê kir, û tekez kir ku beşdariya wan di jiyana siyasî de li ser asta niştimanî pêwîst û girîng e, bi taybetî ji ber ku rijêma Esed ji dema destdanîna wî li ser desthilatê, jiyana siyasî nehiştibû, û partiyên pêre di “Eniya Niştimanî ya Sûrî de” pûç kirine.
Û herdû aliyan pirosesa siyasî û astengiyên rasteqîn li pêşiya cîbicîkirina biryara 2254 û gihîştina çareya siyasî ya domdar li welêt gengeşe kirin, û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinan bi hemû karînên xwe dixwaze hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmetê û veguhestina demoqratî de pêk bîne.
Û dît ku pêgirtina rêjîma Elesed bi desaletê bi piştgitiya Rûsiya û Îranê û baweriya wan bi çareya leşkerî ya xûndar, her weha sistbûna Civaka Navdewletî di warê bicîanîna rêşûnên rasteqîn bo rawestandina tewanên rêjîmê dermafê gelê Sûriyê, bûne astengiyên mezin li pêşiya azadî û hêminiya sûriyan.
Û eşkere kir ku Hevbendiya Niştimanî pêşî giringiyê dide çakkirina rewşa Sûriyan li deverên rizgarkirî û li dewletên penaberiyê û nemaze li dewletên derdorîa Sûriyê, û daxwaza komkirina hêzan û nûjenkirina giyanê şoreşa Sûrî li her warî kir.
Ji aliyê xwe ve endamên şanda partiyê daxwaza nûnertiya partiya WE’ID di Hevbendiya Niştimanî de û beşdariya di Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji gel re li deverên rizgarkirî kir, û serokê hevbendiyê soz da wan ku daxwaza wan veguhêze bo desteya siyasî ya Hevbendiyê ji bo rawestana li ser û dîtina mîkanîzmên guncav jê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî