Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, pêwendiyeke telîfonî ji Nûnera Emrîkî ya Karûbarê Sûriyê Aimee Cutrona wergirt, û behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di axaftina xwe de giringî da bûyerên meydanî yên li vê dawiyê bûne û li ser tewanên ji aliyê rijêma Esed ve dermafê sivîlan pêk hatine û têde hejmarek ji gund bajarokan li bakurê sûriyê hatine armanckirin axivî.
Û herdu aliyan pêşketinên pirosesa siyasî û encamên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kirin, û herdu aliyan behsa rewşa mirovahî ya dijwar li Sûriyê kirin, û tekezî li ser pêwîstiya nûjenkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya dergehên ne di bin kontirola rijêma tewanbar de kirin.
Û li ser amadekariyên lidarxistina Kongirê Biroksilê yê dahatî bo piştgiriya gelê sûrî axivîn, û Elherîrî xebatên ku Emrîka bo piştgiriya doza gelê sûrî di pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasiyê dike bilind nirxandin.
Û tekezî li ser pêwîstiya pêşdebirina pirosesa siyasî kir, ji bo gihiştina çareya siyasî li ser bingeha cîbicîkirina tam ya biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdu biryarên 2018 û 2254 .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî