Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, civînek girîng bi rayedarên Cebheya Niştimanî bo Rizgariyê wek beşekî ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî û rîsipî û nûnerên çalakiyên sivîl û siyasî yên parêzgeha Idlibê lidar xist, û hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî beşdar bûn.
Û civîna ku li navçeya Cindirêsê ya girêdayî herêma Efrînê cextî li ser dûbarekirina duristkirina mala navxwe, û rêkûpêkbûna karê komelgehî kir, û tekezî li ser pêwîstiya amadekariyan kir ji bo rûbirûbûna astengiyên demên tên, di bin siya rewşa hestyar a ku şoreş tê re derbas dibe.
Û Serokê Hevbendiyê dawîtirîn pêşhatên siyasî û rewşa meydanî berçav kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî karê ku tevaya alî û çalakvanên li hemû deverên rizgarkirî ji bo rûbirûbûna kirîza Korona bilind nirxand, û dît ku ev hevkarî wek bingehekê ye jibo afrandina jîngeheke alîkar di zêdekirna hevrêzkariyê de, û danîna pilana rêçeke nû jibo ezmûna rêvebiriya sivîl bi ser bikeve.
Û bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî kar dike jibo çalakkirina rola xwe li deverên rizgarkirî di riya saziyên xwe yên cîbicîkirinê re, wek Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê, Encûmanên Xwecihî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî re, û bizavê dike ji bo hevkariyê bi hemû aliyên şoreşgerî û sivîl re jibo pêkanîna xwestekên gelê Sûriyê û şoreşa wî.
Û Serokê Hevbendiyê pîrozbahîya amedebûyan bi helkefta heyva remezanê kir, û sersaxî ji malbatên şehîdên teqîna terroristî ya sêşembê li Efrînê bûye re xwest, û tekezî li ser hevrêzî û hevkariyê kir, wek girîngtirîn faktera serkeftinê di cenga têkbirina hemû êrîşên terorî de.
Û El-ebde sipasiya Tirkiyê kir li ser rola wê ya berçav di rawestana li kêleka gelê Sûriyê di riya beşdariya bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî re di rûbirûbûna helmetên leşkerî yên ku rêjîm û siponserên wê ajotine ser deverên rizgarkirî pêşkêş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya parastina lihevkirina dawî kir, heya bighînin agirbesteke bi temamî li seranserî xaka Sûriyê li gor biryara 2254 û bicîkirina veguhestina siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî