Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, li gel şandeke mezin ji Hevbendiya Niştimanî, îro sêşemê, gereke meydanî li ser saziyên xizmetguzariyê li gundwarê Helebê pêkanî, ji dergehê Bab Elselamê dedest pê kir, û bi berpirsên dergeh re civiya, û li awayê xebatên tê de dibin temaşe kir.
Û Şande ji Emîndarê Giştî, Abd Albaset Abdullatif, û Endamên Desteya Siyasî, Yasir Elferhan, Behcet Etasî, Mihemed Yehya Mektebî, û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li gundewarê Helebê Ehmed Elşihadî û Endamên Deteya Giştî Necîb Rehmon û Cewad Ebo Heteb û Mihemed Elsalih pêk dihat.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser karê cidî kir, ji bo çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî û bilindkirina asta xizmetguzariyên pêşkêş dibin, her weha temîniya vekirina pirojeyên nû yên bikêrî welatiyan tên kir, û li ser sivikkirina derdesreiyên wan ên mezin, yên ku rijêm sedema wan e axivî.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku rijêma Elesed bi mebest sazî û avahiyên giştî li deverên rizgarkirî ruxandin, ji bo pirojeya rêvebiriyê biser nekeve, û got ku em pir hewcedarî hevkarîyê ne, ji bo nûavakirina wan saziyan û pêşxistina wan, daku em nimûneyeke serkeftî pêşkêş bikin, ne wek rêvebiriya gendel yaku rijêm ji çil salî de nûnertiya wê dike.
Û Elherîrî di dema hevdîtina bi komeke ji berpisyar û karmendên ku di saziyên xizmetguzarî yên niştimanî de dixebitin re got “Em hewcedar in ku tevaya astengiyên dibin rêgir li pêşiya pêşvebirina karê me yê rêvebirî li paş xwe bihêlin, û sûdê ji tevaya jêder û samanên Sûriyê bibînin, ji bo xizmetkariya xelkê me li deverên rizgarkirî”.
Û bal kişand ser pêwîstiya guhdana karûbarê derbider û koçberan, û sazî bi hemû karînên xwe bixebitin daku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin, û derdeseriyên wan sivik bikin, da bi dilê xwe û bi serbilindî karibin vegerin cih û warên xwe yên resen.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî