Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Elebda, û serokê hikûmeta demkî Ebdulrehman Mustefa, serdana Kampa Şeran li dever Efrînê kirin, û li rewşa benaberan pirsîn.
Serokê Hevbendiyê û serokê hikûmeta demkî li penaberan guhdarî kirin, bi taybet rewşa ku tê re derbas bûne, di bin topbarana artêşa rêjîma Sûrî û bombeparana balfirên Rûsî de, û di heman hevdîtinê de herdû berpirsan li pêdiviyên penaberan guhdarî kirin, û soz dan ku ji wan re bicî bikin.
Kampa Şeranê ji 80 malên ku ji gundwarê parêzgeha Idlibê ji ber êrîşên artêşa Rûsî û ya Sûriyê penaber bûne pêk tê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, nan û av û elektrîk ji neşteciyên kampa Şeran re dabîn kirin.
Di serdana herdû berpirsên rikberiya Sûrî ji penaberên Idlibê re de, serokê Hevbendiyê Enes Elebde rewşa dawî ya Siyasî ji wan re şirove kir, bi taybet hewildanên ku Hevbendî dike, da êrîşên Rûsiya û yên rêjîma Sûrî werin raestandin, û pirojeya siyasî carek din berdewam bibe.
Elebde penaberên kampa Şeran agehdar kirin ku doseya penaberiyê girîngtrîn dose ye ku Hevbendî li ser kar dike, û herdem wê kêşê di civatên Navdewletî de pêşkêş dike.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî