Serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Cewad Ebû Heteb di serdanekê bo Amerîka ku du rojan dirêj dike de, ligel çendîn komeleyên xêrxwazî li wîlayeta Şîkaxo li Amerîka civiya, bi armanca dabînkirina piştgiriyê ji şoreşa Sûriyê û hikumeta demkî re.
Ebû Heteb ligel revenda Sûrî û Erebî û Îslamî li Şîkaxo kom bû, û gotarek li pêşiya nêzîkî 8 hezar kesî pêşkêş kir, têde behsa giringiya piştgiriya şoreşa Sûriyê kir, ji bo rûbirûbûna rijêma terorîst û zordest ya piştgiriya wê ji aliyê Rûsiya û Îranê û çeteyên mezhebperist dibe.
Ebû Heteb di gotara xwe de bi wirdî êş û azarên gelê Sûriyê şirove kirin, yên bi rêka tawanên rijêma Esed û hevalbendên wê bi dirêjahiya zêdetir ji pênc salan dibin, anku bi dirêjahiya jiyê şoreşa Sûriyê, ku sivîl rastî gelek coreyên tawanên şer tên yên qedexekirî her ji kuştaran û dorpêçkirinê heta bigihe birçîkirin û koçberkirin û kîmyabarandinê.
Herwiha Ebû Heteb tekezî li ser giringiya piştgiriya hikumeta demkî û dezgehên şoreşa Sûriyê kir, nemaze piştgirîkirina dezgehên li navçeyên rizgarkirî, û piştgiriya van dezgehan bi giringtirîn şêwe dît bo rêxweşkirina seqamgeriyê li pêş gelê Sûriyê ji bo bidestxistina dewleta rûmet û azadî û demokrasiyê.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê