Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa, rapora karê Hikûmetê yê herdû heyvên bûrî li pêşiya Desteya Giştî di civatên niha yên xola normal ya 60emîn de pêşkêş kir.
Û Mustefa li ser civatên fermî û hevdîtinên ku li gel nûnerên diplomatîk yên rojavayî lidar xistine yên ku têde pirojeyên Hikûmeta Sûrî ya demkî û pilana karê wê di çakkirina ketwarê deverên rizgarkirî de diyar kir û li ser bilindkirina asta karê rêvebirî û xizmetkariyan têde axivî.
Û Mustefa gerên meydanî yên ku li deverên rizgarkirî pê rabûye û têde bi berpisyarên Encumenên Xwecihî û Saziyên Xizmetkarî û çalakiyên şoreşgerî re civiyaye berçav kirin.
Û şiroveyek li ser giringtirîn karên ku Wezaret û saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî pê rabûne pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Hikûmeta Demkî biryarek derbarê avakirina Desteya Werziş û Lawan derxistiye, her weha hejmarek ji biryaran di warên tenduristî û hînkirinê û tiştên girêdayî rewşa ewlehî û debara jiyanê derxistin, û bal kişand ser ku ew kar li gor pilaneke amadekirî ya guncaw li gel pêşhatên ketwarê Sûrî dibe.
Û Mustefa karê Wezareta Berevaniyê di şopandina rewşa meydanî li ser tevaya eniyan û bilindkirina asta amadebûnê bo şervanên Artêşa Niştimanî berçav kir, her weha karê Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî di amadekirina rahênanên mafnasî de yên ku yek ji armancên wê bilindkirina asta hişyariya mafnasî li bal endam û rayedaran û xurtkirina pabendiyê bi yasaya navdewletî ya mirovahî û danîna sînorekî li pêşiya destdirêjiyên takekesî, li gorî nerîn û armancên Artêşa Niştimanî ya Sûrî.
Û Mustefa şiroveyek li ser rola Wezareta Navxwe di kontrolkirina rewşa ewlehî de li deverên rizgarkirî û pûçkirina bêhtirê operasyonên teroristî yên ku sivîl û bazar û jêrxaniyên deverên rizgarkirî armanc dikin pêşkêş kir.
Û raporê bal kişand ser Wezareta Aboriyê û karê Saziyên Giştî ya Dexl û Dan û Rêvebiriya Giştî ya Gumrikê, û rewşa debara jiyanê li deverên rizgarkirî û rêjeya bihabûna û keresteyên berdest, her weha qebareya genimê di aşên saziyê de bûne ard û bihayê nên berçav kirin.
Û Mustefa rola Wezareta Tenduristiyê di pêşkêşkirina guhdana bizîşkî de bo welatiyan li deverên rizgarkirî diyar kir, her weha rola wê ya mezin di rûbirûbûna vîrosa korona de, û raporê bal kişand ser ku helmeta veksîndanê bi awayekî baş birêve diçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî