Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ebdulbasit Seyda got: rêkxistina “PYD” şaxê Sûriyê yê rêkxistina tirorist PKK ye û fermanên xwe jê distîne û bi awayekî tekûz bi Îran, Rûsya û Rêjîma Esed re hevrêzkar e.
Seyda got: PYD viyana miletê Kurdên Sûrî derbirîn nake, lê belê ew bi têgihanên Ewlekarî digel Rêjîmê hat, di encamê de rêjîmê herêmên Kurdî radestî wan kirin dako Kurdan ji Şoreşê dûr bike. Destnîşan kir ko giring e têkilî di navbera Erebên Sinî û Daiş de nebe, her wiha di navbera Krdan û evê Partiyê de nebe. Seyda dibîne ko ew rêkxistin li ser xakê heye lê belê pirogramê wê taybetî Kurdên Sûrî nîn e û ew ji derveyî çarçoveya Şoreşê ye,û berdewam peywendiya wê digel Rêjîmê heye.
Seyda weha jî got: “Partiya Yekîtiya Dîmuqrat çi bingehê wê yê gelî nîn e lê belê xwe bi kotekî û hêzê feriz kiriye. Rewşa milet ya abûrî delîve kir û kar da hinek xelk , anko hinek dirav dan da bi hebûna partiyê re erênî bin û PYD dibêje ev piştgiriya me dikin.”
Seyda diyar kir ko hin pêkhatiyên din nûnerîtiya Kurdan dikin ji wan jî “Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya ko cemawerekî mezin li pey heye, lê belê ev encûmen di navbera hin Şepêl û serpereştan de belavbûyî ye, di heman çax de Partiya Yekîtiya Dîmuqrat navendî ye, û biryarê xwe yekser cîbicî dike ew biryarên ko ji Partiya Karkerên Kurdistanê tên ko ew jî bi tewera Îranê, Rûsya û Rêjîmê re hevrêziyê dike.”
Her wiha diyar kir ji bo mafê miletê Kurd yê rewa peyman di navbera Encûmena Niştimanî Kurdî û Hevbendiya Niştimanî Sûrî de heye. Ko pêdîvî bi rêjîmeke siyasî sivîl piralî heye, da mafê hemû pêkhatiyan dabîn bike û wan dilaram bike. Destnîşan kir ko”Şêweyê Birêveberiyê pêdivî bi gengeşeyê heye û çendîn nimûne hene hemû jî bi yekîtiya Sûriyê bi şêweyê xwe yê nuha re ne, dako hemû pêkhatî dilaram bibin.”
Jêder: Enadol