Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Enes Elebde got ko dijminkariya leşkerî Rûsî digel dagîrkerina Îranî Şoreşa Sûriyê ji qonaxa tekoşîna li dijî Rêjîmê ber bi qonaxa rizgarkirina niştimanî de biriye ya ko li dijî herdu dagîrkeran, Îran û Rûsya berdewam dike.
Elebde weha jî got: “Hêzên Şoreşa Sûriyê êdî piştî êrîşa dijminane a yekser dê nerîneka din li bingehên danûstandina xwe binerin.” Diyar kir ko îro wê Desteya siyasî digel şandeyeke leşkerî bicive “bi amanca amadekariyên pingavine hevbeş ji bo beraberiya pêşveçûnên ko çêbûne bikin.”
Diyar kir ko Rûsya bi evê têwirdana yekser li Sûriyê û bombebarandina li Gundewarê Hums û Hemayê bi hevrêzî digel Rêjîma Esed “heman karê rêjîma Esed dike yê ji çar sal û nîvan ve bi bombebarandina sivîl û zarokan, û Rûsya dijî gotinên xwe re derdikeve ko dibêje têwirdana wê Rêkxistina Daiş amanc dike.”https://ssl.gstatic.com/ui/v1/icons/mail/images/cleardot.gif” >
Elebde destnîşan kir dijminkariya Rûsya mijara çareseriya siyasî li Sûriyê têk dibe, bal kêşand ser “ gerek Encûmena Ewlekariyê berpirsiyariyên xwe hilgire û têwirdanê bike ji bo dijminkariya Rûsî birawestîne û li çareseriya siyasî vegerin.”
Jêder: Hevbendî