Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit “qehremaniya ko Şoreşger li parêzgeha Hema û Idlibê diyar dikin “ bilin nirxand.
Berewam kir ko Hevbendî “bi rêz û hurmet li ber xweragirî û qehremaniya wan di têkbirina êrîşên Esed û Çeteyên Îranî li ser gelê Sûrî radiweste” . Û Her wiha got “ewê ligel Şoreşgeran bin heta buhista dawî ji xaka Sûriyê rizgar bikin.”
“Serkeftinên peyapey yên ko Qehremanên Artêşa Sûrî ya Azad li bakur û başûrê Welat û li hemû aniyên şer pêk tînin, hêviyên mirovê Sûrî xurt dikin ko wê azadiya xwe bidest bixe”.
Salim Elmislit tekez kir ko” Artêşa Azad ew tenê dikare Sûriyê ji nav pencên Esed û Rêkxistina Dewleta Îslamî rizgar bike. Doz li Civaka Navdewletî kir ko piştgiriya xwe ji Şoreşgeran re zêde bike, da bikaribin armancên Gelê Sûrî di azadî, rûmet û dadweriyê de misoger bikin.”
Her wiha tekez kir ko cenga rizgarkirinê berdewam e ta hemû deverên Sûriyê tevlê bibin, û soz da ko Hevbendî bizavê bike ji bo bigihê çareseriyeke siyasî ko armancên gelê Sûrî dabîn bike û rijandina xwînê rawestîne, da Sûrî karibin çekan bavêjin û Sûriya paşerojê ava bikin.
Jêder: Hevbendî