” Dawî mêrên Sûrî ew yek kirin û dest danîn ser Wadî Eldeyf, hêzên Esed û Milişiyên wî jê qewirandin” wisa Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Qedah li ser nûçeyên serkeftinên ji gundewarê Idlibê hatin ragihandin şîrove kir. Ketîbeyên şoreşê dest danîn ser navenda serkirdayetiyê li Wadî Eldayf û rêbendên li wê deverê belavkirî, herweha dest danîn ser serbazgeha Hamidiyê.
Qedah got: ” Îroj şoreşgerên me serkeftinekê ku gelek mêrên rastgo di riya wê re şehîd ketin diçinin, bi wê destdanînê serkeftinekê bidest dixin ku çav li riya wê bûn, şoreşgeran bi vê serkeftinê îroj gelek dever li gundewarê Idlibê ji peşkên mirina ku ji topên Esed li Wadî Eldeyf û Hamidiyê derdiketin parast, herweha xurtirîn wargehên Esed li deverê ji dest birin”.
Qedah wisa berdewam kir: ” Giringiya destdanîna ser Wadî Eldeyf di qutkirina riya alîkariyê li ser hêzên Esed li gundewarê Idlib û Helebê, herweha qewrandina wan ji piraniya gundewarê Idlibê”.
Ketîbeyên şoreşê vê sibehê destdanîna xwe li ser Wadî Eldeyf û14 rêbendên hêzên Esed ragihandin, dûv re pêşve çûn û dest danîn ser komelgeha Hamidyê û Nasih li derdorê bajarokê Bisîda, û li ser otostrada Meʾeret Elnuman. Hêzên Esed piştîku cilên xwe yê leşkerî danîn û yên sivîl li xwe kirin reviyan derveyî deverê. Şoreşgeran bi dehan ji leşker û efserên Esed kuştin û dîl kirin, hemû ceblexaneyên wan yên di wan leşkerxane û rêbendan û di nav wan de çekin giran mîna top û tank û erebeyan bidest xistin.
Hêjaye gotinê ku ketîbeyên şoreşê di her du salên bûrî de gelek caran hewl dane ku dest deynin ser van navendên leşkerî yên giring.
Jêder: Hevbendî