Kordînatorê ofisa têkiliyên derveyî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Abdul Ahad Stêfou, piştrast kir ku şanda rêjîma Esed li Cenêv hewldana siyasîkirina komîta destûrî dike, da wê ji çarçoveya desthilat û erkê wê dûr bixe, bi riya hewildanên derengxistina kar û wendakirina demê.
Wî roja sêşemê di daxuyaniyên taybet de, diyar kir ku derengxistin û redkirina proseya destûrî yek ji stratejiya rejîmê ye, û ev yek nîşana tirsa rijêmê ji karê komîteya destûrî ye, û got: ” tirs dikeve hinavê rejîmê dema behsa destûrê yan hilbijartinan dibe”.
Wî got ku hewlên rejîmê yên berdewam bi riya çareseriya leşkerî û bikaranîna tundûtûjiyê û pêkanîna tawankariyên şer, beşek ji stratejiya wê ye ku xebata komîteya destûrî bête astengkirin û rêgiriyê li destpêkirina proseya siyasî bike.
Wî tekez kir ku rejîm li ser belavkirina tawan û kirîzan dijî, û ji ber vê yekê hewl dide ku xebata komîteya destûrî û her awayê din ê di berjewendiya gelê Sûrî de têk bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî