Hevbendiya Niştimanî Sûrî şermezarkirina Xwe ya Tund dijî tawana Esed bi armanckirina dibistana ” Elheyat” bi Bumbeyên hawinê sibeha roja Çarşembê li Taxa Qabûn li Şamê, ku di encamê de 17 zarok şehîd ketin û 25 kes birîndar bûn rewşa hinekan ji wan di metirsiyê de ye tekez kir.
Berdevkê bi navê Hevbendiyê Salim Elmislit daxwaz kir ji bo ” Xurtkirina karê navdewletî, da cenga qirkirinê ya ku rejîma Esed dijî milletê Sûrî di riya bikaranîna hemû coreyên çekan pêk tîne, û rojê tawanek nû li lîsteya xwe ya tev de kuştin zêde dike rawestîne”.
Mislit di daxuyaniyeke rojnamegerî de weha jî gotibû: ” Dûbarekirina tawanên rejîmê ku bi taybet dibistanan û nexweşxaneyan armanc dikin, helwesteke praktîkî û vebir ji hêla Civaka Navdewletî dixwaze, ku li ser tevan ferz bike ku em dûrî devokên ku beşdariyê di gihiştina çareseriyek giştî de bo rawestana xwûnrêtinê de nakin, û xwestekên Sûryan di azadî û demoqrasiyê de bicih naynin herin”.
Armanckirina herdem dubare dibe ji hêla Esed ve ji dibistanan re nîşana pilaneke rêbazkirî bo tirsê bixe dilê xelkê, da zariwên xwe neşînin dibistanan û nezanî li nav wan belav bibe, wek tolhildanekê ji paşeroja Sûrî ye. Hevbendiya Niştimanî Sûrî di daxuyaniyeke berî niha de armanckirina rejîma Esed ji zarokên dibistana ” Eyn Calût li taxa Ensarî li Helebê”re, bi êrîşeke ezmanî ku pêşengehek ji tabloyên zarokan armanc kiribû, di encamê de 30 zarok û mirovên wan ku li pêşengehê amade bûbûn û bi dehan birîndar bûn şermezar kiribû.
Hêja ye gotinê ev core-armanckirina rêbazkirî ji dibistanan re ne yê yekem e, di sala bûrî de jî pêşengehek zarokan li heman dibistanê hate armanckirin û di encamê de 31 sivîl şehîd ketin, di nav wan de 9 zarok hebûn. Daxuyaniyê tekez kir ku:” Rapora Hiyûman Rayts ya ku duh derketiye vê yekê tekez dike, ku tê de hatiye rejîma Esed di kuştina sivîlan di riya operasyonên bumbebarankirina korane ji wan re berdewam e “.
Herweha Hevbendiyê ” Tawana armanckirina dibistana Bedireldîn Elhuseynî li taxa Şaxûr bi bumbeyên Hawinê berî çend mehan ” şermezar kir,ku di encamê de bêtirî 25 zarokan şehîd ketin û birîndar bidehan hebûn, û ji Civaka Navdewletî xwest ku kar ji bo sekinandina tawanên Esed ên hovane bikin. Û liser ” Daxwaza bo ji Encumena Ewlekariyê bi dadkirina tawankaran” tekez kir.
Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Demkî di wê çaxê de Ebdirehman Elhac armanckirina rejîma Esed ji dibistanên zarokan re weha salix da:” Ew hewldaneke rêbazkirî bo bidawîkirina pêşeroja Sûrî ye”. Di hevdîtinek taybet de nivîsgeha hevbendiyê ya ragihandinê pê re çêkirbû got:” Tu tawan ji ya kuştina zarokan bo armancin siyasî kirêtir tune ye” û berdewam kir ” Pir Sosret e ku hemû kuştarên Esed derheqê perwerdê û zaroktiyê de dike, bi vê xemsariya navdewletî tê pêşwazkirin, asta helwestên wan ji şermezarkirinê bilindtir nabe” û wisa bidawî kir” Her tişt diyar e, Esed dixwaze pêşeroja Sûrî wêran bike, û xelkê Sûrî bêhêvî bihêle”.
Jêder: Hevbendî