Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de teqîna terorîstî ya armanckirina mizgefteka bajarê Demam piştî nimêja înê şermezar kir û hevdem rawestandina xwe li kêleka Eribistana Si’ûdî û miletê wê dupat kir.
Berdvkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit behî û sersaxiya kesukarên şehîdan kir û hêviya saxiyê ji birîndaran re kir û herwiha ” baweriya Hevbendiya Niştimanî bi serkirdayetiya Si’ûdiyê û serkeftina wê li ser vê pêla şikestî tekez kir, ji ber ku aqilmend û têgihiştî bi qebarê bobilatê dizanin, û bihêz rawestane li dijî sercem çavkaniyên teror û tawankariyê li seraserê Cîhanê “.
Elmislit cext li ser wê yekê kir ku “ev tawankarî û kiryara terorîstî nimûne ye ji ramana şaş û xwehir re ku xwîna mirovan helal dike û bitewşî sivîlan armanc dike û kar ji bona belavkirina ajawegerî û gurkirina agiran bo bicihkirina ramanên şeht û îdiyolojiyayên kîndar”.
Jêder:Hevbendî