Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yegirtî kir ku li hember bobelat û terajiyêdiya gelê Sûriyê bi berpirsyaretiyên xwe yên yasayî û rewştî û mirovî rabe, û herwiha daxwaza şermezarkirina destdirêjî û tawanên Rûsiya û lidarxistina civînek awarte bo gengeşekirina derencamên vê dagîrkariyê ji Komkara Erebî kir, û cext li ser pêwîstiya liva Encûmena Ewlekariyê kir bo neçarkirina Mosko ji bo rawestandina dagîkariya xwe û vekêşana bilez ji tevaya xaka Sûriyê.
Dubare Hevbendiyê karên teroristî yên rêjîma Esed û destdirêjiyên Rûsiya û Îranê şermezar kirin, hevdem helwesta navnetewî ya lawaz li hember van destdirêjiyan jî şermezar kir.
Îro di daxuyaniyeke Nivîsîngeha Ragihandinê de Hevbendiyê tekez kir ku bilindkirina asta leşkerî ya vê dawiyê bi serkêşiya sêgoşeyî( Rûsî, Îranî,û Esed )li ser gundewarê Himsê, dibe temamkirin ji pilana valakirina parêzgeha Himusê ji welatiyên wê, her weha dibe temamkirin ji piroseya koçberkirina tayifegerî re, û pêkanîna pirojeyê “Sûriya mifadar” yê parçekirinê, yê bi milîşiyên Îranê hatiye spartin ji bo pêkanîna kembera Şama paytext, ku Rûsiya û hêzên rêjîmê dirêjiyê didin berdeawamiya vî pirojeyî li Himusê bi rêka qirkirina sivîlan û armanckirina komelgehên nişteciyan bi behaneya jinavbirina terorê.
Hêjayî gotinê ye ku Oparisyonên bombebarankirin û êrîşên firokên Rûsiya di nava sê rojên bûrî de li ser gund û bajarên gundewarê Himusê (Resten,Telbîsê û Xernata û Om Şerşûh), bûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna bidehên kesan di nav wan de jin û zarok jî hene, hevdem ligel pirbûna ajawegeriyê ta radeya ku tîmên hawarçûnê nikarîbûn navên qurbaniyan belge bikin, û ew dîmen (hatine belgekirin bi wêne û bi parçevidiyoyan), tevî topbarankirina taxa Elw’ir ya dorpêçkirî bi topxaneya giran, di dema ku hêzên rêjîmê û çeteyên Îranê û yên Afxanistanê kom bûne, û dibe êrîş bikin li ser herdu bajarên Resten û Telbîsê.
Jêder:Hevbendî