Firokên Rûsiya berdewamiyê didin êrîşên xwe li ser navçeyên nişteciyan û armanckirina sivîlan hevdem ku bi awayekî balkêş çavên xwe ji wargehên rêxistina DAIŞê digire.
Tevî bombebarankirina pêgehên artêşa azad li navçeyên rizgarkirî, herwiha bi awayekî hovane Rûsiya bazarên gelêrî û jêrxana bingehîn û navçeyên pir qerebalix jî bombebaran dike.
Balyozê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê yê li rex Encûmena Hevkariya Dewletên Kendava Erebî Edîb Şîşeklî got ku “îstratîjiya Rûsiya hatiye xuyakirin ku ew her ji destpêka destdirêjiya wê di Sûriyê de sivîlan armanc dike”, û got ” em dikarin van nemûneyan di raportên meydanî de bibînin, wek bûyerên bajarokên Eldana û Biniş û Tefetenaz”.
Herwiha bal kişand ser şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek mezin ji zarok û jinan tevî îmzekirina agirbestekê, û ev yek dubare dibe, rêjîm peymanan binpê dike bo bidestxistina destkeftan li ser qadê, ku ev yek dibe cihê nebaweriyê bi rastiya her çareseriyekê yan agirbestekê.
Hêjaye gotinê ku li beyaniya duhî 29 Mijdarê, bazargeheke gelêrî ji aliyê Rûsiya hat bombebarankirin û bû sedema şehîdbûna 40 kesî ji sivîlan û birîndarkirina 70 sivîlên din ku birînên hin ji wan giran in, digel nekarîna xalên pizîşkî baramber çareserkirina vê hejmarê û pêşkêşkirina xizmetgozariyên nojdarî yên pêwîst ji wan re.
Ji aliyê xwe ve Mistefa Oso cîgirê serokê Hevbendiyê destxweşî li xwerageriya xelkê Sûriyê li sercem navçeyên welat kir û got “Gelê Sûriyê û artêşa wî ya Azad herdu dikarin Sûriyê ji lepên zordariya rêjîma Esed û DAIŞê rizgar bikin, lewra standina helwestek diyar derbarê tawanên Rûsiya li Sûriyê ji Civaka Navdewletî tê xwestin, û pêwîst e piştgiriya şoreşgeran bike da bikaribin armancên milet pêk bînin û azadiya wî misoger bikin”.
Jêder : Hevbendî