Tevgera Nûredîn Elzenkî bersiva daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da, ya ji bo rêzgirtina lêpirsînê û dadgehkirina zelal der barê tawanên şer û binpêkirinên mafên mirov, nemaze der barê bûyera kuştina zarokekî ya berî du rojan.
Li aliyek din, îro roja înê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, digel serokê nivîsîngeha siyasî ya “Tevgerê” Mehmûd Elseyd civiya, û ligel hev wirdekariyên vexwendina bizavê bo Hevbendiya Niştimanî û hikûmeta demkî gengeşe kirin, ji bona dîtina dariştinek yasayî bo çareserkirina bûyera kuştinê.
Tevgerê ji aliyê xwe ve tekez kir ku her tawaneka şer bê lêpirsîn û dadgehkirin û siza derbas nabe, û hişyarî da li ser derbaskirina tawanên şer û kuştarên rêjîma Esed di dermafê sivîlan de di vê çarçovê de, piştî bûyara awarte û tawana hatî encamdan li ser destê endamekî Tevgerê û ya tê bi siyasetkirin ji bona şeytankirina tabûrên artêşa azad.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ev bûyer şermezar kiribû û bi “tawanek hovane” dabû zanîn, û herwiha dubare daxwaz ji sercem hêzên artêşa azad kiribû ji bona bi temamî pabendiyê bi yasa û peymanên navdewletî bikin û karên cidî li hember her binpêkirinekê ji her cûreyî bikin û çavê xwe negirin ji her riftarekê berovajî piransîpên şoreşê û daxwazên gelê Sûriyê, yê ji bona azadî û rûmet û dadperweriyê raperiya.
Jêder: Hevbendî