Hevbendiya Niştimanî tawana îro ya dagîrkariya Rûsiya li bakurê Sûriyê, û armanckirina nexweşxaneya pizîşkên bêsînor ya li ser riya navdewletî li Me’eret Elnih’man li gundewarê Idlibê şermezar kir.. tekez kir ku rasterast û bi awayekî berdewam nexweşxane rastî êrîşên esmanî hat û ligorî amareyan 4 sivîl şehîd ketin.
Da zanin ku “Tawana îro ne yekemîn tawana Rûsiya ye, û dide xuyakirin ku firokên Rûsiya bêhtir taxên bajaran û navendên saxleniyê û xwendingehan armanc dike, û herwiha xuya ye ku ev tawan wê ne ya dawiyê be jî, hevdem digel bêdengiya civaka navdewletî li hember binpêkirinên Rûsiya û rêjîma Esed û mîlîşên hevalbendên Esed”.
Herwiha got ku “Em di Hevbendiya Niştimanî de di dema ku berpirsyaretiya van tawanan têxin di stûyê Moski de; hevdem em hişyariyê didin ku bêdengiya civaka navdewletî wê bibe fakter bo berdewamiya reftarên Rûsiya, û wê bibe hander ku rêjîma Esed asta bobilatan dijwartir bike, ku wê netenê bandorên nerênî li ser piroseya siyasî bitenê bike, lê herwiha wê bibe hokarê zêdebûna terorê ya ku Rûsiya perdeyek berfereh di tevaya Sûriyê de jêre peyda dike”.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji “Tîma kar” kir ya hatî damezrandin ligor rêkeftina Miyonix , ku bilez tameşe bike li tawanên Rûsiya yên di derheqê sivîlan de, bi awayekî ku ev tawan dibin gef li ser pêkanîba derfetên peydakirina her pêgavên pêşketina pêvajoya aştiya siyasî, hevdem tekez dike ku nediyarjirina helwesteke cidî ji aliyê civaka navdewletî li hember van binpêkirinên Rûsiya dibe hevparîkirina Rûsiya di beravêtîkirina rêkeftina Miyonix de.
Herwiha tekez kir ku berdewamiya Rûsiya li ser tawanên dijî sivîlên Sûriyê, nemaze piştî biryara encûmena ewlekariyê ya 2254 û rêkeftina Miyonix; derfetên vegerandina bawerî û hêviyên miletê Sûriyê bi civaka navdewletî lawaz dike, ku bikaribe dîtinek siyasî ya rasteqîn bibîne ku dawiyê li derdeserî û bobilatên berdewam bi dirêjahiya pênc salên bîne”.
jêder: Hevbendî