Hevrêzkarê Tîma Kar a Şopandina Yasaya Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilmecîd Berekat, dît ku cezayên Emrîkî yên vê dawiyê li ser kesayet û statûyên girêdayî rijêma Esed û piştgiriyên wê; ji girûpa cezayên berê cidîtir in, û bal kişand ku ev destpêkeke nû ye ji bo xenqandina rijêmê di warê aborî de, û lêdana navika wê ya hişk e, yaku kiryarên dijminkarî û terora wê dijî gelê Sûriyê dilivîne.
Û ev siza di dema bîranîna pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser gelê Sûrî de tê, yaku ta îro bûye sedema kuştina bi hezaran sivîl û awarebûna bi melyonan, her weha pêkhatina bi dehan komkujî û rûxandina bajar û bajarokan.
Berekat cextî li ser pêwîstiya cîbicîkirina sizayan bi awayekî vebir li ser rijêma Esed û piştgirên wê û bi rengekî taybet kesayetên leşkerî û ewlekarî kir, û cextî li ser pêwîstiya ku sizayan bighînin kesayetên aborî yên rijêm pişta xwe bi wan girêdide di reva ji cezayan de.
Û Berekat tirsa Hevbendiya Niştimanî diyar kir, derbarê rabûna rijêmê bi barkirina barê bandorên vê yasayê li ser sivîlan, û bal kişand ku ewê rewşa jiyana wan hîn zêdetir xerab bike, û wê bike behane ji rêvebirina rijêmê ya xirab ji samanên welêt re û radestkirina wan bo Rûsiya û Îranê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî