Tirkiya û Firansa û Almaniya komkujiya ku rijêma Esed û Rusya roja yekşemê li kampên koçberan li gundewarê Idlibê pêk anîne û têde deh sivîl bûne qurbanî û bidehan birîndar bûne, jin û zarok jî di nav wan da hene, şermezar kir.
Û Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxwiyaniyekê de got: “Em êrîşên ku li Idlibê yên ku 3 kampên koçberan armanc kirine, bi tundî şermezar dikin.”
Û daxwiyaniya Wezareta Derve cext kir ku Tirkiya dê hewlên xwe yên ji bo parastina hêminiya herêmê û dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî bo kesên hewcedar bê ku rawestin bidomîne.
Û Wezareta Derve ya Fransa di daxwiyaniyekê de ragihand ku Fransa bi tundî operesyonên bombebarankirina rijêma Esed ya di 6ê mijdarê de bi piştgiriya Rusya li ser kampên koçberan li nêzîkî bajarê Idlibê şermezar dike, û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û xizmên wan re dixwaze.
Û Fransa piştgiriya xwe ji bo banga Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Şanderê wî yê taybet ji bo rawestandina pevçûnan li hemû deverên Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 tekez kir, û daxwiyaniyê cext kir ku Firansa tekeziyê li ser rêzgirtina xwe ya tam ji yasayên navdewletî yên mirovahî û mafên mirovan re dike, û piştgiriya xwe ji nehêlana bêcezakirinê re bi bîr tîne.
Û Şanderê Almanî yê taybet bo Sûriyê Stefan Schnick jî bi tundî armanckirina sivîlan li kampên derbideran li Idlibê û bikaranîna bombeyên goşeyî li dijî wan şermezar kir, û tekez kir ku rijêma Esed û Rusya kesên herî lawaz armanc dikin, û cext kir ku welatê wî kar li ser dadpirsîna kesên ku tawanên cengê li Sûriyê pêk anîne dike.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Ewlekariyê kir, ji bo bicîkirina rêşûnên sizakirinê dijî kesên ev komkujiyên berdewam dermafê gelê Sûriyê pêk anîne.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku Bêdengiya civaka navdewletî hember komkujiyên ku rijêma tawankar li Sûriyê pêk tîne, rê li ber vê sîstema kujer vekir ku tawan û binpêkirinên zêdetir dijî sivîlên bêguneh li deverên rizgarkirî li Sûriyê pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî