Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, teqîna teroristî ya ku Rêbuhêrka Etma ya bi ser sînorê Tirkiyê ve amanc kir pirotesto kir, û Rêjîma Esed û hevalbendên wî tawanbar kirin ko destê wan di teqînê de heye.
Hevbendiyê di daxuyaniyê de diyar kir ko êrîşa tiroristî bersivek li ser serkeftinên Şoreşgeran li Helebê ye, û di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku:” terorîstan tawanekî hovane pêk anîn, di dema ku Artêşa Azad ya Sûriyê, û fesîleyên berxwedana Sûriyê, şerên lehengî li Helebê dikin, ji bo jinavbirina çeteyên Esed û Hizbulaha Libnanê û Pasdarên Îranî û milîsên ser bi wê ve ”.
Daxuyaniyê got ko “Terorîstan civîneke sivîl û karmendên dergeh û berevaniya sivîl û xizmetguzariyên hawarçûnê kirin armanc, û ev yek tekez dike ku girêdana wan terorîstan bi rêjîma Esed û hevalbendên wê ve heye, herwiha guhertina rolan di kuştina welatiyên Sûriyê de bi hemû şêweyan.”
Hevbendiyê tekez kir ku teqîn dê viyana Şoreşgera di beraberiya tiroristan de xurtir bike heta ko wan ji kokê ve hil bikin, û di serî de teroristiya Esed û Rêkxistina Daiş û Milîtaên Kuştinê yên ji derve hatine û got: “Em ê bizava xwe berdewam bikin heta em kesên li pey evan tawankariyan bigirin û ewan siza bikin.”
Jêder: Hevbendî