Bermîl û firokên leşkerî yên Esed nikarin pênûs û kamîrayên ragihênerên sûrî rawestînin, yên ku pêşbirkê di veguhestina rastiyê ji bo raya giştî ya cîhanê dikin, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Qedah ev tişt tekez kiribû, piştî ku rijêmê êrîşî tîmek ji ragihênerên kenala Qryent bi mûşekên germahî kiribû, dema ku wan karê xwe yê pîşeyî û rewiştî di veguhestina bûyeran de dikrin, dema ku firokeyên Esed mîna pênûs û kamîreyan Ramî Adil El´eysemî û Yûsif Mehmûd Eldos û Salim Ebdilrehman Elxelîl helbijartibûn ji bo wan bişkîne û bêdeng bike ji bo rastiya dengê Sûriyan veşêre ,Qedah weha got:” ragihênerê Sûrî ew e yê ku wateya rast ji pakrewniyê re diyar kiriye, ev ragihêner amadebûn ji destpêka şoreşa Sûriyê de, da pênûs û kamîrayê pêşeng bin yên ku rizamendiya welatê xwe Sûriya wergirin, û bibin qurban ji bo çêkirina ragihandinek niştimanî ya azd bêyî bendên diktatorî û stemkariyê yên ku nahêlin ragihêner bi erkê xwe yê pîşeyî rabe, û weha pê de çû :” em pir xemgînin dema em dibînin ev kesên rast ji dest me diçin , lê tiştê ku dilê me xweş dike ew pêkanîna armancên pakrewaniya wan e, ev leheng namirin dema jiyana xwe ji dest didin, lê tenê moirina wan ew e dema em rêça wan ya ku jiyana xwe ji bo wê jidest dane berdin,û Qedah haydarî li ser nesizakirina tawankar da û salixa kuştina ragihêneran weha anî ziman: ” tawanek mirovahî ye, û bêdengiya civaka navdewletî li ser, di tawankariya xwe de nekêmî tawanê ye” di dawiyê de cîgirê serok di daxuyaniya xwe de weha got:” ji kesekî nayê veşartin ku girtîgehên rijêmê bi xwedanên gotin û pênûsan dagirtî ne, û her yek ji wan pakrewanek zindî ye “. tenê li Sûriyê , ragihênerê Sûrî bi Şebeh û Bîsat Elrîh yên ku rijêmê ji ragihênerên zindana Seydnaya de amade kirine tên xelatkirin, li şûna textên şano û sînemayan yên ku welatên cîhanê ragihênerên xwe li ser wan xelat dikin” , bi kurtahî , tanga Esed nikare viyana pênûsê bişikîne.
Jêder : Hevbendî