Serokê Hiķûmeta Sûriyê ya demkî Ehmed Tu’ima got: Rêjîma Esed nehêjaye kesek pêre li ser mêza danustandinan rûnê, lê dilêşiya opozisyonê li ser berjewendiya gel û bidawîkirina tirajiydiya wî, ew dibe sedem ku ligel rûnê.
Ev daxuyaniyên Tu’ima di kongirekî rojnamevanî de digel herdu Wezîrên saxlemî û peywendiyan hatin, di bargehê Hiķûmeta demkî de li Xazî Entabê li Tirkiyê.
Tu’ima li ser danustandinên dê careke din di heyva Rêbendana bê de li Jinêvê destpê bikin rawestiya, û diyar kir ku wê têde beşdar bibin ji bona sivikirina êş û xemên xelkê Sûriyê.
Herwiha diyar kir ku wan hemû hewlên xwe bikar anîne ji bona bidawîkirina tirajidiya Sûriyê, û beşdariya wan di danustandinan de digel rêjîmê hat, piştî bidawîhatina hemû hewldanan.
Tu’ima bangewazî li dewletên Ereb û yên dost kir ji bo piştgiriya gel li dijî rêjîma Esed û destdirêjiya Rûsiya, û got ku pêdiviya xelkê Sûriyê ya bilez bi xwarin û derman û xwendin û germê heye.
Balkişand ku xelkê Sûriyê di baredoxên dijwar de dijîn û kuştarên dibin dijwartir û mezintirin ji yên duwem şerê cîhanê, û daxwaza zêdekirina piştgiriya mirovî ji dewletên dost kir, nemaza digel hatina werzê zivistanê.
Tu’ima got ku êrîşên firokên Rûsiya ya dagîrker, bûne sedema koçbarkirina nêzîkî 500 hazar Sûrî, hevdem rexne li civaka navdewletî kir li ser nepabendiya wê bi sozên xwe der barê gelê Sûriyê.
Tu’ima ragihand ku firokên Rûsiya di êrîşan de cudahiyê naxin di navbera armancên sivîl û yên leşkerî de, û bal kişand ku Rûs Artêşa Azad û hêzên din têxe di nav lîsta terorîstan de. Tekez kir ku firokên Rûsiya her ji drstpêka oparisyonên xwe de li Sûriyê 14 nexweşxane û14 navendên pêşkêşkirina alîkariyan û 9 navendên xwendinê û 22 nanpêjgeh û 14 navendên jêrxana bingehîn armanc kirine.
Tu’ima daxwaza pirçekirina artêşa Azad bi çekên pêşketî ji civaka navdewletî kir, bo bergiriya dijî êrîş û destdirêjiyên Rûsiya yên esmanî.
Jêder:Hevbendî