Hevbenda NiştimanîSûrî nivîsgehek li Xûta Rojhilat vekir ku ji karên wê pêwendiyên siyasî bi rêxistinên Civaka Sivîl û yekîneyên şerkir li herêmê girêde. Herweha birêvebiriya pirojeyên geşepêdanê yên pêwist û serpereştiya wan.
Birêvebirê nivîsgeha Hevbendiyê li Xûteya Rojhilatî Se̕ îd Elfilêtanî got: ” Nivîsgeha ku vebûye, yekem nivîsgeh ji hevbendiyê re li herêmê ye, û wê destpêka vekirina hin nivîsgehên din be ku li hemû herêmên Sûriyayê belavkirî be. Wê karê vê nivîsgehê bihêzkirina pêwendiyên Siyasî, şarewanî, tendirustî, hawarçûnê, û fêrkirinê di navbera hemû rêxistin, Hikûmata Sûrî ya Demkî, û Hevbendiya Niştimanî Sûrî re be. Herweha behsa serdana nivîsgehê ji hindek çalakiyên li ser erdê, û karê berdewam bo pêşxistina karê nivîsgehê li bajarokên gundewarên Rojhilat li paytexta şamê kir. Û weha pûde çû: ” Me serdana desteya fêrkirinê li Xûteya Rojhilatî li şamê kir, me raporek berfireh li ser rewşa zehmetî ku ketwarê fêrkirinê li herêma dorpêçkirî tê de dijî bidest xist , bi taybetî piştî nekarîna hin yekîneyên serbazî ku sala bûrî alîkariya hînkirinê dikirn û îsal nikarin. Gelek daxwaz ji hikûmeta demkî re hatine hildan yek ji wan ku nirxê çapa pirtûkên dibistanan li ser hikûmê be, destnîşana mûçeyan ji bo mamosteyan, nûmeşiqkirina hindek dibistan bo têra xwendevanan bike, ev daxwaz bi sozin lezgîn bo bicihanînê ji alî hikûmetê de hatin pêşberkirin.
Filêtanî herweha pirojeyê “jinên Xûta bo rahênan û nûmeşiqkirinê” ku nivîsgeh li ser kar dike şîrove kir. Heye ku ev navend komek ji rahênên praktîk û zanistî ku karîna kesayetî û civakî ji jinên Xûteya Rojhilatî bi giştî, û yên bajarê Dûma bi taybetî bihêz bike, ji ber wê navend gelek behreyên armanc jê pêşketina asta jinê di warê civakî, zanistî, û rewşenbîrî de pêşkêş bike.