Hevbendiya Niştimanî dît ku vîtoya Rûsiya tê bi armanca astengîkirina mîkanizma lêkolîna hevbeş di tawana bikaranîna çekên kêmyayî de, û ew di rastiya xwe de ragihandinek bêşermî ye li ser berpirsyaretiya Esed ya tekûz di ber vê tawanê de.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de bi tundî bikaranîna mafê redkirinê “vîto” ji aliyê Rûsiya şermezar kir, û dît ku ev “cara nehemîne helwesta Rûsiya li encûmena ewlehiyê berdewam e, di warê kospkirina destpêşxeriyan de, û parastina tawankaran ji dadgehkirinê, û vekirina dergehan li pêşiya tawanbarên şer ji bo pêkanîna tawanên xwe bê tirsa ji sizakirinê”.
Û zêdetir got: Rûsiya wek hercar vîto bikar tîne ji bo parastina banda Esed û dana demke zêdetir ji Esed re ji bo kuştin û koçberkirina xelkê Sûriyê.
Hevbendiyê di daxuyaniyê de dît ku Rûsiya bi tekûzî di ber vê rewşa niha de berpirsyar e, û aliyên din yên civaka navdewletî han dan ji bo bi erkê xwe rabin û dest bi destpêşxeriyê bikin û erkê xwe bi cî bînin ji bo parastina ewlehî û aştiya navdewletî û rizgarkirina Sûriyê û cîhanê ji banda terorîst ya stemkar ya ku xwe bi darê zorê li ser gel sepandiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî