Dezgeh û çalakiyên sivîl li navçeya Wadî Bereda bangewaziya hawarê dan cîhanê; ji tirsa pêkanîna kuştaran di dema derbasbûna hêzên Esed û çeteyên Îranê di navçeyê de, ku nêzîkî 100 hezar sivîl li gundên Wadî Bereda hatine dorpêçkirin û rastî êrîş û bombebaranên berdewam dibin.
Û çalakvanên navçeyê ragihandin ku hêzên Esed û milîsên Îranê hêzên xwe yên leşkerî li gundê Eşrefiyê nêzî Wadî Bereda kom dikin, û xwe ji bo êrîşên berfireh û derbasbûna li nav gundên Wadî Bereda amade dikin, hevdem ligel bombebarankirina navçeyê bi bermîlên teqîner û topên giran, tevlî destpêkirina agirbestê ya ku têde Rûsiya gerantî daye li ser pabendiya rijêma Esed û Îranê bi agirbestê.
Û firokên şer her ji biyaniya îro ve, çar êrîş birine ser navçeya Wadî Bereda, û du bermîlên teqîner bi hilîkopteran bi ser de hatin avêtin, hevdem ligel berdewamiya topbarankirina gundê Besîma û A’în Fîcê, ligel birîna av û eletrîk û xwarinê ji berî heftiyekê de ji ser navçeyê bi yekcarî.
Dezgehên sivîl yên li Wadî Bereda, di bangewaziya xwe ya duhî de tekez kirin ku rijêma Esed bi bombebarankirina parzûngeha avê ya A’în Fîcê, ziyan gihand zêdetir ji 5 milyon kesî li Şamê û deruberê wê, ji ber birîna ava vexwarinê, û bal kişandin ser ku ew amade ne bo derbaskirina pisporên sazkirinê bo parzûngehê, eger rijêma Esed bombebarankirina xwe ya hovane li ser navçeyê rawestîne.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê