Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî, daxwiyaniyek derbarê kontrolkirina rahiştina çekan li deverên rizgarkirî derxist, û tekezî li ser qedexekirina tam ya rahiştina çekan li nava bajaran û cihên nişteciyan kir.
Û Wezaretê bal kişand ser ku diyardeya rahiştina çekên ne kontrolkirî û bêserûber li deverên rizgarkitrî diyardeyeke neyînî û ne şaristanî ye, ji ber ku hin caran bêserûberiyê çêdike û dibe sedema kuştina mirovên bêguneh.
Û got ku ew kar ji bo avakirina saziyên ku hêminiya welatiyan li tevaya Sûriyê biparêzin dikin.
Û bal kişand ser ku Ofîsa Yasayî ya Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî, tekeziyê li ser cîbicîkirina tiştê ku di biryara Wezareta Berevaniyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî ya hejmar 113 de hatiye, ya ku hilgitina çekan li deverên sivîlan bêyî hebûna erkekî fermî qedexe dike, kir.
Û Wezaretê ji hemû leşker û sivîlan xwest ku pabendiya tam bi biryara Wezareta Berevaniyê bikin, û tekez kir ku belavbûna çekan bi awayekî ne rêxistî ziyanê dighîne ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî