Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkî yên karûbarê rojelata nêzîk û şandyarê taybet bo Sûriyê birêz Coyil Raybon, digel serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa telefon kir , dawîtirîn rewşa siyasî û meydanî ya dosya Sûrî gotûbêj kirin.
Mistefa li ser yekîtiya xaka Sûriyê axivî û got: ‘’Sûriya bo me, tevya parêzgehan e, bê awarte‘’, û hêviya xwe anî ziman ko hevrêzkariyeke bilind di navbera fermanberiya Emerîkî û Hevbendiya Niştimanî de heye.
Û tekez kir ko giring e tiroristiyê li ser hemû xaka Sûriyê û bi hemû cûreyên wê têk bibin, û destnîşan kir ko artêşa Sûrî ya azad ya yekem bû ku dijî rêjîma Sûriyê û Daişê û hemû rêkxistinên tirorist rabû, û ji destpêka damezirandina wê de bo parastina sivîlan kar dike.
Her weha li ser giringiya hevrêzkariya Emerîkî Tirkî bo dosya Sûriyê axivî, û dibîne ku bêtirkirina wê hevrêzkariyê ji pêşindeyên me ne, û ew di berjewendiya şoreşê de ye, û bo misogerkirina amancên wê bi çareseriyeke siyasî ya tekûz û berdewam ko rêjîma tekrew bidawî bike, û Sûriyeke nû ya dîmuqratî û piralî ava bike.
Ji hêla xwe ve Raybon tekez kir ko Emerîka û Tirkiyê bi şûweyeke aktîv hevrêzkariyê dikin di hemû kêşeyên ku bandora wan li ser ewlehiya Tirkiyê û rewşa bakur-rojhelatê Sûriyê heye, û destnîşan kir ko Emerîka ‘’Di tirsên ewlehiya Tirkiyê û opozisyona Sûriyê digehêje’’, Û got ku Emerîka naxwaze Sûriya ji tiroristan re bibe cihekî aram.
Diblomasiyê Emerîkî anî ziman ko Emerîka bawer e ko divê encûmenên xwecihî û hêzên ewlehiyê yên xwecihî nûnerên deverên xwe bin, û got ku welatê wî di tirsên Hevbendiya Niştimanî derbarê guherîna dîmugrafî li Sûriyê dighêje, û anî ziman ko operasiyonên kotekî nayêne pejirandin.
Herdu aliyan nerînên hev yên derbarê rewşa komîta derstûrî guhdarî kirin, û tekez kirin ko divê li gora pîvanên navdewletî bin, ko rastî û tekûzî û wekheviyê misoger bikin, û hêvî kirin ko ev komîta destûrî dergehek be bo pirosêsa siyasî ko amancên miletê Sûrî pêk bîne.
Herdu aliyan tekezî li ser berdewamkirina têkiliyan kirin, û bi taybetî di vê qonaxa ‘’ Hûrbîn û hestyar e ko derfeta tênegihiştinê û şiroveyên cuda nîn e‘’, Ciwêl serokê Hevbendiya Niştimanî vexwend bo serdana Waşintonê, bi amanca xurtkirina peywendiyan.
Jêder: ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî