Wezareta parastinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ew nûçeyên derbarê şandina hêzin ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî bo Lîbyayê red dike, û tekezî li ser berdewamiya xizmeta gelê Sûriyê û berevaniya di ber wî de kir.
Û wezaretê di daxuyaniyeke xwe de bi yekcarî red kir ku wê “ti hêzên xwe yên leşkerî şandibin Lîbyayê” û got: “pêşindeyên me wek Artêşa Niştimanî ya Sûrî ew in, parastina xelkên me yên Sûrî ji milîsên rêjîmê û piştgirên wê yên Rûs û Îranî û partiyên terrorist ên cudaxwazên pêve girêdayî, ên ku dixwazin welat perçe bikin”, û her weha got ku endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî “dê li ser xaka xwe bimînin û dijî regezperest û stemkaran şer bikin da gelê me bi hêminî bijî”.
û wezaretê tekez kir ku Artêşa Niştimanî berdewam e di xizmeta gelê Sûrî û parastina wî de, nemaze di rûyê êrîşa Rûsî ya ku tunebûna hevsengiya hêzan li ser xakê ferz kiriye, û tekezî li ser berevaniya di ber vî gelê bideyax kir da Sûriya bi rumet û azad bijî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî