Wezîrê Tendirustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Meram Elşêx, cextî li ser pêwîstiya pabendiya bi rêşûnên ji aliyê Wezareta Tendirustî û rêvebirî û desthiletên tendirustî yên cîbicîkirina rêşûnên xweparastinê û rênimayên dûrbûna civakî li deverên rizgarkirî kir.
Û wezîrê Tendirustiyê eşkere kir ku hejmara pêktiyan gihîştiye 36 kesan, ew jî tê wê wateyê ku qonaxa çaremîn ji belavbûna nexwaşiyê di civakê de dest pê kir, û daxwaza pabendiyê bi rêşûnên xweparastinê û li xwekirina maskan ji welatiyan kir.
Û Elşêx got ku raporên helmetên hişyariya civakî diyar dikin, ku pabendî di nav gel de bi siyaseta dûrbûna civakî lewaz e, û rêşûnên xweparastinên kesayetî li cihên giştî bikar nayên, û bal kişand ku divê navsal û xwedî nexwaşiyên demdirêj di mal de bimînin û guhdan ji wan re bête dabînkirin.
Û Elşêx hişyarî da ji gengaziya bilindkirina hejmara pêketiyan di qonaxên dahatî de, û metirsiyên xwe ji pirbûna pêketiyan bi rengekî zêdetir ji şiyana sîstema tendirustî anî ziman, û got ku dibe ew jî bibe sedema mirina bêhtir.
Û wezîrê Tendirustiyê bal kişand ku Wezaret dê hemû karînên xwe ji bo dabînkirina alavên xweparastinê û dana maskên bê pere dabîn bike, her weha derxistina biryarên pêwîst ji bo nehêlana belavbûna vê bêtarê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî