Û Wezîrê Darayî û Aboriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, D.Ebdilhekîm Elmisrî, serdana dergehê Serê Kaniyê yê sînorî kir, daku rewşa karê li dergeh dibe bişopîne, bi amadebûna Rêvebirê Dergehê Sînor û Serokên Beşên Dergeh serdan birêve çû.
Û wezîr û şandê pêre serdana tevaya beşên dergehê sînorî kirin, û şandê awayê rêveçûna kar temaşe kirin, û guhdarî rêvebirê dergeh û karmendên wî kirin, û li ser astengiyên rastî karê wan tên rawestiyan.
Ev pêngav ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ve di çarçoveya rawestana li ser karê saziyên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û şopandina karên wan dezgehan tê, ji bo geşepêdana berdewam di pêkanîna aramiyê de biçespîne, û derfetên kar li deverên rizgarkirî dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî