Wezîrê rêveberiya navxweyî di Hikûmeta Sûrî ya Demikî de, En.Mihemed Seid Silêman, sardana navendên hêwirandinê yên taybet bi derbiderên ji Idlib û gundewarê wê yên li bajarê Efrînê kir, û rewşa wan şopand û li daxwazên wan ên bingehîn û bilez guhdarî kir.
Û serokên Encumanên Xwecihî yên devera Efrînê jî beşdarî di serdanê de kirin, û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina tiştên pêkan diyar kirin.
Û Wezareta Rêveberiya Xwecihî, got ku bombebarana hovane ya berdwam ji hêla rijêma Esed û Rûsiya li ser Idlibê û gundewarê wê, bû sedema derbiderbşûna bisedhezaran, û hewcedariya vê rewşê bi tevgereke bilez ji hêla Netewên Yekbûyî û rêxistinên hewarçûnê yên navdewletî heye , ji bo sivikkirina bandora bobelata mirovî.
Û Wezaretê bal kişand ser ku Rêveberiya Karûbarê Derbider û Koçberên Kotekî, û encumanên xwecihî, beşdarî di destpêşxeriyeke bersivdana bilez li devera Efrînê kirin, li gor karînên xwe yên heyî, ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji derbideran re, û herweha got ku Rêveberî kar ji bo hevrêzkarî û yekkirina kar li gor nerîna Wezaretê dike, bi şêweyekî ku derdeseriya derbider û koçberan sivik bike û mafên wan dabîn bike.
Û Wezaretê sipasiya tevaya aliyên beşdarî di pêşkêşkirina alîkariyan de ji derbider û koçberên ji encama tewanên rijêma Esed û Rûsiyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî