Wezîrê tendiristiyê yê desthilata Sûrî ya demkî Mihemed Firas Elcindî, diyar kir ko êrîşên tiroristî hêj li ser bajarê Helebê ji hêla rêjîma Esed û Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve berdewam in, di operasiyoneke leşkerî ya tund a bêhempa de ji sê hefteyan ve .
Ji doh ve 56 kes li Helebê û gundewarê wê di encama êrîşên asmanî de li ser taxên Elcelûm, Elmeadî û Dêr Cemal şehîd ketine, ji nav wan 25 şehîd ji derbiderên taxa Elcelûm in, û piraniya wan jin û zarok in.
Hejmara şehîdan ji 15 çêriya paşî ya buhûrî ve gihaye 1000 şehîdî û bi hezaran birîndar bûne. Elcindî di daxuyaniyeke taybet de got: “kadirên bijîşkiyê bi sedema nebûna pêdiviyên bijîşkî yên giring nikarin ji birîndaran re tu çareyê bikin”.
Elcindî daxwaz ji Netewên Yekbûyî û rêkxistinên mafên mirovan kir, da fişarê bidin ser Rûsya û Rêjîma Esed ji bo bombebaranê bilez rawestînin. Û destnîşan kir ko daxuyaniyên bo rawestandina bombebaranê ne dirist in û ew xapandinê dikin.
Wezîrê tendiristiyê bal kişand ser ku amanca bombebarana berdewam, koçkirina kotekî ji niştecihên Helebê re ye, wek gava ko operasiyonên guherîna dîmugrafî li derdora Şamê û li taxa Elweer çêbûn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî