Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Dr.Meram Elşêx, ragihand ku wezaret amade ye jibo dîtin û destnîşankirina çi kesê bi nexweşiya “enfiluansayê” ketibe li herêmên azad , bi riya programa Tora Hişyarîdana Zû , û bi rengekî tekez red kir ku ti nexweşên bi enfilunasa berazan an ya balindeyan yan jî ya korona hebe.
Û wezîr zelal kir ku ew herdû nexweşên li bajarên Marih û Babê yên gundewarê Helebê mirine, bi sedema virosên enfluansa werzî bûn, ya ku her sal bi rengekî normal di demsalên zivstan û payîzê de çêdibin, yên ku bi nexweşyên din re tên wek “şewb” û “ girîpê”.
Û got ku tişta çêbû, “ nayê wê wateyê ku her kesê ji ber kulbûna pişê jiyana xwe ji dest bide, ji ber virosa enfluwensayê , ku ew viros ya enfluwensa berazan yan ya balindeyen an ya korona be, wek tê gotin”, û bal kişand ser ku sala bûrî sê kes li gundewarê Helebê ji ber “enfilwensa demsalî” jiyana xwe jidest dan.
Û got ku tiştek ku mirov jê bitirse û dilê mirov jê ne aram be tune ye, û ti nexweşiyên vegir li deverên azad tune ne, û diyar kir ku dê di demke nêz de encamên raporên derbarê kesên mirine derkevin, û wezareta tenduristiyê sedemên rastyeqîn ên mirinê eşkere bike û biweşîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştimanî ta Sûrî