Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî û hevrêzkarê nivîsgeha şêwirdariyên istiratîcî, Ehmed Remedan, diyar kir ko şoreşa Sûrî bingeha qonaxeke dahatî datîne, qonaxeke li ser dîmuqratî û dadwerî û wekheviyê ava be. Û got ku desthilata rêjîma Esed lidijî hemû pirinsîbên şaristaniyê ye, û nahêle çi pêşketin û geşepêdan çêbibe.
Ev gotin di komcivîna kar de hatin, ya ko rêkxistina ‘’ Alriwad ji bo Hevkarî û Geşepêdanê‘’ li bajarê Xazî Entab pê rabûye, ji bo roja cîhanî ya dîmuqrasiyê, ku wezîrê berê di desthilata demkî de Mihemed Yasîn Necar û vekolînerê siyasî Dr. Seed Wefayî têde beşdar bûne.
Remedan di Komcivîna li jêr navê ‘’ Gelo dîmuqrasî giring û daxwaz e? ‘’ de, tekez kir ko amanca bingehîn ya şoreşê rizgarîbûna ji rêjîma zordar û nehêlana zordestiyê wek raman û awa ye, û avakirina rêjîmeke dîmuqratî ya rêzê li piralîbûnê bigire, û rê bide pevrejiyanê, û destûrekê ko hevwelatiyê Sûrî nûnerên xwe bi azadî bibêjêre, û desthilat aştiyane bête guhertin, dûr ji kontrola ewlehiyê û têwerdana gendelî û simbolên wê.
Remedan behsa pêvajoya tevgera civakî û rola civaka sivîlî û hêzên siyasî bo himberiya hêza rêjîma zordar berî şoreşa Sûrî ya 2011ê kir, û tekez kir ko giringtirîn himberî ji karê partiyan re, ko karibin xwe pêşkêş bikin û amancên xwe yên dîtina nimûneyeke rêjîmeke dîmuqratî li ser têgeha rêzê li dîmuqratiya giştî û parastina wê diyar bike, û nûnerîtiya hemû pêkhatiyên Sûrî bike û li ser pirinsîbên azadî û dadwerî û hevwelatibûna wekhevî tekez kir.
Remedan got ku şoreşa Sûriyê ta radeyekê di avakirina dezgehin rêzê li pirinsîbên dîmuqratiyê û veguhertina desthilatê bi rengekî aştiyane bi ser ket, tevlî nebûna jîngeheke guncaw ji bo helbijartinên gel di rewşeke hêmin de, û destnîşan kir ku giring e têgihiştina pirinsîbên dîmuqratî geş bibe, û bibe pirinsîbên civakê bo zordarî venegere.
Mihemed Yasîn Necar bal kêşand ser ko Netewên Yekgirtî pêşinde daye babeta dîmuqrasiyê û giringiyeke taybet di dezgehên xwe yên kar de dayê, û dibîne ko handana pirinsîbên dîmuqratî bingeh e ji karên wan re, û navtêdana dewlet û rêjîman dike bo veguhastina ber bi rêjîmeke dîmuqratî , ji ber ew rêzê li mafên mirovan digire.
Necar daxwaz kir ko dîmuqrasî bibe bingeha rêjîma desthilatdara dahatî li Sûriyê, û partî û hêzên civakî tev beş bin ji rêkxistineke tekûz, û ji avakirina takekes û civakê dest pê bike, ta ko bigehê dewlet û dezgehan, ko li ser pirinsîba rêza li dîmuqratiyetê û piralîbûnê û azadiyên bingehîn ava bibe.
Ji hêla xwe ve Wefayî dibîne ko rawestana hinekan li dijî dîmuqratiyê ji ber tênegehana wan ji pirinsîbên dîmuqratiyetê re ye, wek alaveke ku peywendiyê navbera takekes û civakê û dewletê de rêkxistin dike, û kar ji bo bijartina kesên kêrhatî dike. Û behsa avabûna saziyên rojavayî û lîbîralbûn û dîmuqratîbûn û şêweyên wan yên corbicor kir.
Û got pêdivî bi sûdegirtina ji ezmûnên dewletan ji bo avakirina dîmuqrasiyê heye, bi taybetî yên ko kêferateke dirêj kirine bo ji zordariyê rizgar bibin û dest bi pêvajoya guherîna dîmuqratî bikin.
Amadebûyan pirs li ser babetê kirin, û tekezî kirin ku gerek nameya Sûriyan ji cîhanê re aşkere be, ku ew dixwazin dewleteke dîmuqrat a piralî ava bikin, û bi peymanên mafên mirovan û pirinsîbên mirovî yên cîhanî pabend bin.
Jêder : Nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî